Li Kabûlê dirûşma 'Jin, jiyan, azadî'
- 11:43 29 Îlon 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kabûlê, jin ji bo piştgiriya bi jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranî daketin qadan. Hêzên Talîbanê gule berdan hewayê û dest li çalakiyê werdan.
Li paytexta Kabûlê ya Efganîstanê li pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Îranê jinan xwepêşandanek li dar xistin û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" qîriyan.
Li gorî AFP'ê, çalakgeran 15 deqeyan dirûşm qîriyan. Hêzên Talîbanê jî gule berdan hewayê û dest li çalakiyê werdan. Her wiha hewl dan bi quntaxa çekê li jinan bidin.
Di çalakiyê de ku bi dehan jin tevlî bûn, dirûşmên "Îran radibe ser piyan, niha dor a me ye" û "Ji Kabûlê heta bi Îranê bibêjin Na ji dîktator re" hatin qîrîn.
Hate ragihandin ku hêzên Talîbanê yên êrîş birin ser çalakgeran, zor dan rojnamevanan ku dîmen û wêneyên kişandine jê bibin.