TJK-F'yê ji bo piştevaniya serhildana gel a li Rojhilat û Îranê bang kir

  • 09:08 29 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-F'ê ya ku ji bo piştevaniya serhildana gel a li Îranê bang kir got:"Weke femînîst em bi dengekî bilind piştgiriyê didin jinên Îranî ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li gelek bajaran xwepêşandanan li dar dixin."
 
Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) ji bo çalakiya piştevaniya jinên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûnê kir.
 
Çalakî wê roja Înê saet di 18:00 de li qada Repûblîqûe ya Parîsê pêk were û bi pêşengiya Koordînasyona Jinê ya Neteweyî ya Fransayê, Komeleya Jinan a Îranî ya Demokrat û Mala Jinê ya Parîsê tê lidarxistin.
 
Bi navê her çar saziyan bangawazî hate kirin û hate gotin, "Weke femînîst em bi dengekî bilind piştgiriyê didin jinên Îranî ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li gelek bajaran xwepêşandanan li dar dixin."
 
Em rejîma paşverû ya Îranê şermezar dikin ku bi tundî bi ser xwepêşandêran ve diçe. Azadiya nenixumandina serê xwe, azadiya xweîfadekirinê, azadiya jiyanê mafên bingehîn ên mirovî ne.
 
Mîna li her devera cîhanê li Îranê jî em qebûl nakin ku nixumandin li ser jinan bê ferzkirin. Ne tenê xwepêşandanan, her wiha em wêrekiya van jinan a ku porê xwe jê dikirin, dîmenan parve dikin û daxwaza azadiyê dikin, silav dikin. Em piştgiriyê didin xwepêşandan û xwepêşandêran ku vê rejîmê şermezar dikin."
 
Saziyan bang li hikumeta Fransayê jî kirin û gotin, "Em ji Macron dixwazin ku dawî li bêdengiya xwe bîne û zext û zordariya li Îranê şermezar bike. Hikumeta Fransayê li paytext Parîsê bi tundî bi ser xwepêşandêrên li ser Sefaretxaneya Bilind a li Îranê çû."
 
Tevgerên jinan ji bo dawî li zexta li Îranê bê anîn banga xurtkirina piştevaniya navneteweyî kir û got, "Em femînîst, ji bo piştgiriyê bidin tevgerên serhildanê yên jinan û serhildana giştî ya li Îranê, di 30'ê Îlonê roja Înê saet di 18:00 de li Place de la Repûplîqûe ya li Parîsê mîtîngekê lidar dixin û banga tevlîbûnê dikin."