ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2022'YAN

  • 09:00 29 Îlon 2022
  • Rojev
 
*Jinên ku tevlî konferansas TJA’yê bûn, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Çareseriya pirsgirêka kurd bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e. Ji ber vê jî pêwîste jin bi rêxistinî berxwedana xwe bidomîne û ji pêvajoya xetimî rizgar bibe." BI DÎMEN 
 
*Jinên li bajarokê Gundikêmelê bi salan e genimê ji bo dan û savarê di cûnî de dikutin û bi destar dihêrînin. Jinan destnîşan kirin ku ew çanda kevnar mîrateya dê û dapîrên wan e ku ji wan re hiştine û gotin ku ew dixwazin vê çandê biparêzin. DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Hediye Levend der barê çalakiyên li Îranê berdewam dike de axivî û got: “Ger ku zextên li ser jinan ên li Îranê bê rakirin wê pergala rejîma Îranê bi giştî; wê zemîna hiqûqî, aborî, civakî û polîtîk de biheje. DÎMEN HEYE
 
*Jinan polîtîkayên şer û tecrîdê yên desthilatdariyê nirxandin. Ayten Salgir got: “Dîrok wê kesên îxanetê li civakê û axê dike efû neke. Tecrîd li hemû Tirkiyeyê pêk tê. He roj cenaze tên welat. Zarokên me li girtîgehan tên qetilkirin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn 5 sal şûnde bi girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak re hevdîtina parêzer pêk anî. Erenê da zanîn ku Fatma gelek westandî bûye û bi hatina midûrê nû re binpêkirinên zêde bûne parve kriye û banga hestiyariyê kiriye. DÎMEN HEYE
 
*Danîşîna 3’yemîn a dosyaya Şîmonî Dîrîl dê li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a li Şirnexê were dîtin. (09.30)