Li Sêwregê ji bo Ceylan Onkol bernameya bibîranînê hat lidarxistin

  • 08:45 29 Îlon 2022
  • Rojane
 
RIHA - Platforma Demokrasî û Kedê ya Sêwregê di 13'emîn salvegera qetilkirina Ceylan Onkol de çalakiya bibîranînê li dar xist. 
 
Platforma Demokrasî û Kedê ya Sêwregê di 13'emîn salvegera qetilkirina Ceylan Onkol de bernameya bibîranînê li dar xist. Gelek welatî beşdarî bernameya bibîranînê ya li avahiya EGITIM SEN'ê hat lidarxistin bûn. 
 
Berdevkê Demî yê Platforma Demokrasî û Kedê ya Sêwregê Serdar Tum da zanîn ku leşker bersûcên qetilkirina Ceylanê ye û got wekî dosyayên din di dosyaya Ceylan Onkol de jî lêpirsîneke bi rêk û pêk nehat kirin û polîtîkaya bêcezahiştinê pêk hatiye. Serdar got ew berpirsiyariya bicihanîna edaletê dîsa bi bîr dixin. 
 
Bibîranînê bi rêzgirtina ji bo zarokên hatine qetilkirin û temaşekirina sinevizyonê dewam kir.