Piştgiriya ji bo serhildanên li Rojhilat û Îranê didome

  • 12:34 28 Îlon 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademisyen û lêkolînvanên li seranserî cîhanê bi rêya daxuyaniyek hevbeş piştgirî dan serhildanên gelên li Îranê û gotin:"Baweriya me bi xebatên gel ên ji bo azadiyê li Îranê heye, ew dixwazin dawî li tundîtûjiya bi pergalî ya hikumetê ya li dijî jinên Îranê were anîn." 
 
Akademîsyen û lêkolînvanên cîhanê bi daxuyaniyekê hevbeş ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve qetilkirina Jîna Emîmî şermezar kirin û piştgiriya serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin.
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê bi hezaran lêkolînvan û akademîsyenên Îranî û Rojavayî nivîsandin û di bin de imzayê wan cih girt de wiha hate gotin: "Di demek wisa de em van gotinan dinivîsin, bajarên Îranê agir pê ketiye, nerazîbûnên mezin li hemû aliyên Îranê belav bûye. Xwepêşander bi dirûşmên guherîn û rûxandina hikumeta çardeyî diqêrin. Baweriya me bi xebatên gel ên ji bo azadiyê li Îranê heye, ew dixwazin dawî li tundîtûjiya bi pergalî ya hikumetê ya li dijî jinên Îranê were anîn."
 
Di nava kesên ku di bin daxuyaniyê de îmzeyê wan cih digirin de kesayetiyên bi nav û deng ên zanîngeha Îran û biyanî hene ji vana: Angila Deivs, Codis Batler, Itayan Baliber, Kornel Wêst û Maykil Fîşer e.