ÎFJ'ê banga berdana 14 rojnamegeran kir

  • 12:31 28 Îlon 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎFJ'ê ji bo piştevaniya 14 rojnamegerên ji aliyê Rejîma Îranê ve hatine binçavkirin banga berdanê kir.
 
Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (ÎFJ) nerazîbûn nîşanî binçavkirina 14 rojnamevanên ku ji aliyê Îranê ve di çalakiyên protestoyî de hatibûn binçavkirin da.
 
Sekreterê Giştî yê Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî Antoni Bloger, bi rayederên Îranê re rûnişt û diyar kir ku divê ji bo hemû gelan û rojnamevanan xebatên mafê azadiya ramanî bên kirin.
 
Li gorî Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî navên 14 rojnamevanên ku di xwepêşandanên dawî de hatine binçavkirin wiha ne: “Yelda Mîrî, Nûlîfer Hemdî, Fatma Recebî, Îlahe Mehemedî, Marziya Telaî, Wîda Rebanî, Muctebî Rehîmî, Elî Rîza Xûşbext, Rûhale Nexeî, Mesûd Kurpûr, Xurew Kurdpûr, Elî Xetîbzade, Îman Bepesend û Ehmedî Hilbîsaz”