Jin dê li Stenbolê ji bo Jîna çalakiyeke girseyî li dar bixin

  • 10:43 28 Îlon 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Dê bi pêşengiya Jin Bi hev re Hêz in ji bo Jîna Mahsa Emînî di 2'yê Cotmehê de bi dirûşma “Li Îranê, li Tirkiyeyê û li her derê azadî” li navçeya Kadikoyê çalakiyeke girseyî bê lidarxistin. 
 
Jin Bi hev re Hêz in wê ji bo Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê bi îşkenceyê hate qetilkirin dê di 2’yê cotmehê de li Îskeleya Beşîktaşê ya li navçeya Kadikoyê saet di 16.00’an de çalakiyeke girseyî li dar bixe. Çalakiya ku wê bi dirûşma “Li Îranê, li Tirkiyeyê û li her derê azadî” pêk were, wê rêxistinên jinan, rêxistinên sivîl ên civakî yên li Stenbolê, jinên Îranî yên li Tirkiyeyê dijîn beşadar bibin. Jin bi Hev re Hêz in, banga tev li bûnê li hemû jinan kir.