Artêşa Tirk êrişî navenda Kobanê kir
- 09:41 26 Îlon 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirk bi dronê êrişî navenda bajarê Kobanê kir. Di encama êrişê de ziyanên madî pêk hatin.
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî agahiyên ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Artêşa Tirk îro saet di 07.15’an de bi Balafirên Bêmirov û Biçek êrişî navenda Kobanê kir.
Hat zanîn ku êriş li ser Taxa Nû ya bajar hatiye kirin û di encamê de ziyanên madî çêbûn.