Artêşa Tirk êrişî navenda Kobanê kir 2022-09-26 09:41:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirk bi dronê êrişî navenda bajarê Kobanê kir. Di encama êrişê de ziyanên madî pêk hatin.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî agahiyên ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Artêşa Tirk îro saet di 07.15’an de bi Balafirên Bêmirov û Biçek êrişî navenda Kobanê kir.    Hat zanîn ku êriş li ser Taxa Nû ya bajar hatiye kirin û di encamê de ziyanên madî çêbûn.