Li Hewlerê kuştina Jîna bi dirûşma 'Jin, jiyan azadî' hat şermezarkirin

  • 15:58 24 Îlon 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê bi sedan kes ji bo piştgirî dayîna xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, daketin kolanan û dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.
 
Li parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê di bin pêşengtiya sazî û rêxistinên civaka sivîl de, bi sedan welatiyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgirî dayîna xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di domin, berê xwe dan ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê.
 
Di çalakiyê de qetilkirina Jîna Mahsa Amînî hat şermezarkirin û piştgiriya xwe ji bo têkoşîna li kolanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin. Li ber derê avahiya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek li ser navê sazî û rêxistinên sivilan ve hate xwendin.
 
Hêjayî gotinê ye ku Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku heta niha di xwepêşandanên seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî qetilkirina Jîna Amînî de 50 xwepêşander hatine kuştin û binçavkirina bi komî ya xwepêşanderan û çalakvanên sivîl berdewame.
 
Heman demê de ji bo dawî lê anîna xwepêşandanan ev sê roj in rejîma Îranê hemû xetên înternetê qût kiriye.
 
Herwiha li gorî daneyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê 500 kes hatine binçavkirin ku piraniya wan xwendekar û çalakvanên siyasî ne.