Li Hewlerê kuştina Jîna bi dirûşma 'Jin, jiyan azadî' hat şermezarkirin 2022-09-24 15:58:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê bi sedan kes ji bo piştgirî dayîna xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, daketin kolanan û dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.   Li parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê di bin pêşengtiya sazî û rêxistinên civaka sivîl de, bi sedan welatiyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgirî dayîna xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di domin, berê xwe dan ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê.   Di çalakiyê de qetilkirina Jîna Mahsa Amînî hat şermezarkirin û piştgiriya xwe ji bo têkoşîna li kolanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin. Li ber derê avahiya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek li ser navê sazî û rêxistinên sivilan ve hate xwendin.   Hêjayî gotinê ye ku Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku heta niha di xwepêşandanên seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî qetilkirina Jîna Amînî de 50 xwepêşander hatine kuştin û binçavkirina bi komî ya xwepêşanderan û çalakvanên sivîl berdewame.   Heman demê de ji bo dawî lê anîna xwepêşandanan ev sê roj in rejîma Îranê hemû xetên înternetê qût kiriye.   Herwiha li gorî daneyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê 500 kes hatine binçavkirin ku piraniya wan xwendekar û çalakvanên siyasî ne.