Rojnamevanên ku nûçeyên Jîna Amînî çêkirin hatin binçavkirin
- 12:18 24 Îlon 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nûçeyên li ser çalakiyên ji bo Jîna Amînî çêkirin hatin binçavkirin.
Rojnamevanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nûçeyên li ser çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Amînî çêkirin hatin binçavkirin.
Nîlufer Hamedî ya ku yek ji wan nûçegihanên pêşîn e ku nûçeyên çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Amînî jî çêkiribû hate binçavkirin. Di heman demê de nûçegihana fotoyê Yelda Meîrî û nûçegihana ekonomiyê Fatîam Rajabî jî duh şev hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku Women în Joûrnalîsmê duh şev dema nûçegihan û çalakvan hatine binçavkirin, tundî li nûçegihan û çalakvanan hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin piştî ku polîsan girtine ser mala Fatîma Rajabî nayê zanîn ku Rajabî li ku ye.