Rojnamevanên ku nûçeyên Jîna Amînî çêkirin hatin binçavkirin 2022-09-24 12:18:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nûçeyên li ser çalakiyên ji bo Jîna Amînî çêkirin hatin binçavkirin.    Rojnamevanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nûçeyên li ser çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Amînî çêkirin hatin binçavkirin.    Nîlufer Hamedî ya ku yek ji wan nûçegihanên pêşîn e ku nûçeyên çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Amînî jî çêkiribû hate binçavkirin. Di heman demê de nûçegihana fotoyê Yelda Meîrî û nûçegihana ekonomiyê Fatîam Rajabî jî duh şev hatin binçavkirin.    Li gorî agahiyên ku Women în Joûrnalîsmê duh şev dema nûçegihan û çalakvan hatine binçavkirin, tundî li nûçegihan û çalakvanan hatiye kirin.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin piştî ku polîsan girtine ser mala Fatîma Rajabî nayê zanîn ku Rajabî li ku ye.