Li Kampa Waşûkanî teqîn
- 15:24 12 Îlon 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kampa Waşûkanî ku penaberên ji Serêkaniyê lê dimînin teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 4 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê ku penaberên ji Serêkaniyê lê dimînin teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 4 kes birîndar bû.
Hevseroka Kampa Waşûkanî Ela Cemîl û şahidan da zanîn ku li rojavayê motosîklêteka bombebarkirî hatiye teqandin.