Li Kampa Waşûkanî teqîn 2022-09-12 15:24:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kampa Waşûkanî ku penaberên ji Serêkaniyê lê dimînin teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 4 kes birîndar bûn.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê ku penaberên ji Serêkaniyê lê dimînin teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 4 kes birîndar bû.    Hevseroka Kampa Waşûkanî Ela Cemîl û şahidan da zanîn ku li rojavayê motosîklêteka bombebarkirî hatiye teqandin.