6’emîn Kampa Piştevaniya Mor dest pê dike

  • 09:04 10 Îlon 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Piştevaniya Mor bi dirûşma "Em ne li ber herikînê, dikevin ber pêla hêviyê" 6’emîn Kampa Jinan a Havînê ya lingê Egeyê di 11-12’yê îlonê de li Balikesîrê pêk tîne.
 
Piştevaniya Mor bi dirûşam "Em ne li ber herikînê, dikevin ber pêla hêviyê" 6’emîn Kampa Jinan a Havînê ya lingê Egeyê di 11-12’yê îlonê de li Balikesîrê pêk tîne. Kampa ku ji ber pandemiyê hatibû sekinandin îsal bi hinek tedbîran wê pêk bê. Qeydên kampa ku wê li navçeya Altinoluk a Balikesîrê pêk bê didomin.
 
7 atolye, 2 gotûbêj û panelek
 
Di kampê de wê 7 atolye bi sernavên wekê li dijî polîtîkayên bêcezahiştin, tenduristiya jinê, parastina cewherî, makaleyên jinan yên forma îmge û penaber wê pêk bên û derhênera fîlmê ‘Paydos’ Oyku Orhan û nivîskara pirtûka ‘Heta agir bitemire’ Aylîn Balboa wê tevli gobûbêjê bibin. Her wiha bi tevlibûna  Hacer Foggo û   berdevka Piştevaniya Mor Cemîle Balaci yên di qada xizaniya jinê de dixebtin jî wê paneleke bi navê ‘Hinek mêr ku dewlemend dibin jin jî di sînorê birçîbûnê de ne; gelo ev krîz krîza kê ye’ wê pêk bê.
 
Ji piştevaniya Mor Denîz Uslu, der barê kampa ku pêk tînin de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Em nakevin ber herikînê dikevin ber pêla hêviyê’
 
Denîzê destnîşan kir ku ji ber eleqeya ku her diçe zêde dibû kamp li du beşan veqetandine û ji bo kampê li navçe û navendan bi jinan re atoleye pêk anîne û ji sernavên ji atolya derketine bi awayekî hevdem wê atolye pêk bên. Denîzê der barê kampa ku bi şîara ‘em nakevin ber herikînê, dikevin ber pêla hêviyê’ de ev tişt anî ziman: “Em di jiyana xwe de li ku derê binêrin hinek tişt diherikin, me dibin, her tim her tişt dikare bibe û em di atmosferek wisa de dijîn. Divê em nekevin ber herikînê, divê em piştevaniya hev bikin, hêviyê rêxistin bikin û bi vê re jî bên gel hev. Ji xwe em di hewldana vê de ne.
 
Ji bo tevlibûna kampê hun dikarin ji vê lînkê xwe bigihînin formê: 
 
Bernameya kampa du rojan wihaye:
 
*Roja yekem
 
10.00 – 12.00: Axaftina vekirinê-sînevîzyon- lîstinên venasînê
12.30 -13.00: Xwarina nîvro
13.30 – 15.30: Dema serbest
16.00 -17.30: Atolyeyên hevdem
18.00 -19.00: Xwarina êvarê
20.00: Bi Oyku Orhan re li ser kurte fîlma ‘Paydos’ gotûbêj
21.30: Muzîk- şahî
 
*Roja duyem
 
07.00: Yoga
09.00 – 12.00: Dema serbest
12.30 – 14.00:  Bi Aylin Balboa re li ser pirtûka ‘Heta agir netemire’ gotbûbêj
14.30 – 16.00: Panela bi navê ‘Hinek mêr ku dewlemend dibin jin jî di sînorê birçîbûnê de ne; gelo ev krîz krîza kê ye’
16.30 – 17.00: Girtin