6’emîn Kampa Piştevaniya Mor dest pê dike 2022-09-10 09:04:13   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Piştevaniya Mor bi dirûşma "Em ne li ber herikînê, dikevin ber pêla hêviyê" 6’emîn Kampa Jinan a Havînê ya lingê Egeyê di 11-12’yê îlonê de li Balikesîrê pêk tîne.   Piştevaniya Mor bi dirûşam "Em ne li ber herikînê, dikevin ber pêla hêviyê" 6’emîn Kampa Jinan a Havînê ya lingê Egeyê di 11-12’yê îlonê de li Balikesîrê pêk tîne. Kampa ku ji ber pandemiyê hatibû sekinandin îsal bi hinek tedbîran wê pêk bê. Qeydên kampa ku wê li navçeya Altinoluk a Balikesîrê pêk bê didomin.   7 atolye, 2 gotûbêj û panelek   Di kampê de wê 7 atolye bi sernavên wekê li dijî polîtîkayên bêcezahiştin, tenduristiya jinê, parastina cewherî, makaleyên jinan yên forma îmge û penaber wê pêk bên û derhênera fîlmê ‘Paydos’ Oyku Orhan û nivîskara pirtûka ‘Heta agir bitemire’ Aylîn Balboa wê tevli gobûbêjê bibin. Her wiha bi tevlibûna  Hacer Foggo û   berdevka Piştevaniya Mor Cemîle Balaci yên di qada xizaniya jinê de dixebtin jî wê paneleke bi navê ‘Hinek mêr ku dewlemend dibin jin jî di sînorê birçîbûnê de ne; gelo ev krîz krîza kê ye’ wê pêk bê.   Ji piştevaniya Mor Denîz Uslu, der barê kampa ku pêk tînin de ji ajansa me re nirxandin kir.   ‘Em nakevin ber herikînê dikevin ber pêla hêviyê’   Denîzê destnîşan kir ku ji ber eleqeya ku her diçe zêde dibû kamp li du beşan veqetandine û ji bo kampê li navçe û navendan bi jinan re atoleye pêk anîne û ji sernavên ji atolya derketine bi awayekî hevdem wê atolye pêk bên. Denîzê der barê kampa ku bi şîara ‘em nakevin ber herikînê, dikevin ber pêla hêviyê’ de ev tişt anî ziman: “Em di jiyana xwe de li ku derê binêrin hinek tişt diherikin, me dibin, her tim her tişt dikare bibe û em di atmosferek wisa de dijîn. Divê em nekevin ber herikînê, divê em piştevaniya hev bikin, hêviyê rêxistin bikin û bi vê re jî bên gel hev. Ji xwe em di hewldana vê de ne.   Ji bo tevlibûna kampê hun dikarin ji vê lînkê xwe bigihînin formê:    Bernameya kampa du rojan wihaye:   *Roja yekem   10.00 – 12.00: Axaftina vekirinê-sînevîzyon- lîstinên venasînê 12.30 -13.00: Xwarina nîvro 13.30 – 15.30: Dema serbest 16.00 -17.30: Atolyeyên hevdem 18.00 -19.00: Xwarina êvarê 20.00: Bi Oyku Orhan re li ser kurte fîlma ‘Paydos’ gotûbêj 21.30: Muzîk- şahî   *Roja duyem   07.00: Yoga 09.00 – 12.00: Dema serbest 12.30 – 14.00:  Bi Aylin Balboa re li ser pirtûka ‘Heta agir netemire’ gotbûbêj 14.30 – 16.00: Panela bi navê ‘Hinek mêr ku dewlemend dibin jin jî di sînorê birçîbûnê de ne; gelo ev krîz krîza kê ye’ 16.30 – 17.00: Girtin