Kiryarê ku destdirijiya du zarokan kir hat binçavkirin

  • 18:26 9 Îlon 2022
  • Rojane
AMED – Hat zanîn ku kiryarê bi navê Û.K ê ku destdirêjiya du zarokan kir hat binçavkirin. 
 
Do di wesayita ku ji Amedê diçû Farqînê mêrê bi navê Û.K dest dirêjî zarokên temenê wan 8 û 14 salî kiribû. Piştî ku malbat bûyerê hîn bû şûnde çû li Midûriyeta Polîsan a Farqînê gilî kirin û îfadeyên zarokan hatin girtin.
 
Piştî giliya malbatê hat zanîn ku kiryar hat binçavkirin.