Kiryarê ku destdirijiya du zarokan kir hat binçavkirin 2022-09-09 18:26:54   AMED – Hat zanîn ku kiryarê bi navê Û.K ê ku destdirêjiya du zarokan kir hat binçavkirin.    Do di wesayita ku ji Amedê diçû Farqînê mêrê bi navê Û.K dest dirêjî zarokên temenê wan 8 û 14 salî kiribû. Piştî ku malbat bûyerê hîn bû şûnde çû li Midûriyeta Polîsan a Farqînê gilî kirin û îfadeyên zarokan hatin girtin.   Piştî giliya malbatê hat zanîn ku kiryar hat binçavkirin.