Di Nobeda Edaletê de banga piştgiriyê hat kirin

  • 14:46 8 Îlon 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Xizmên Girtiyan ên Nobeda Edaletê di roja 110'an de li ber Girtîgeha Kiriklarê didomînin wiha gotin:"Edalet ji bo me hemûyan lazim e ne tenê ji bo kurdan. Îro wê bi serê kurdan bê sibehê wê bi serê we de bê. Piştgiriyê bidin vî gelî."
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Îzmîrê dabûn destpêkirin îro di roja 110'an de li ber  Girtîgeha Kiriklarê dewam kir. Rêxistinên HDP'ê yên Buca û Karşiyakayê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya Nobeda Edaletê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Bijî berxwedana dayikan","Girtiyên nexweş rûmeta me ne" û "Me serî netewand em natewînin" hatin berzkirin. 
 
Hevserokê Navçeya Karşiyakayê yê HDP'ê Menfi Yilmaz, diyar kir ku di warê binpêkirina mafan de Tirkiye vegeriyaya salên 90'î û got ger dayik li vir nobedê digirin sedemekê vê heye, divê Wezareta Daê û hukumet komisyonan ava bikin û derbarê tiştên diqewime de lêkolînê bike. 
 
Hevserokê HDP'ê ya Bucayê Cahit Gunay bi lêv kir ku edalet ji bo her kesî lazim e û got: "Edalet ji bo me hemûyan lazim e ne tenê ji bo kurdan. Îro wê bi serê kurdan bê sibehê wê bi serê we de bê. Piştgiriyê bidin vî gelî."
 
Dayika Deniz Poyraz, Fehime Poyraz jî da zanîn ku divê êdî kesek bêdeng nemîne û hişyar bibe.
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.