ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN

  • 09:00 8 Îlon 2022
  • Rojev
 
*Endamên Hêzên Ewlehiya Hundurîn ên tevlî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya di 25'ê Tebaxê de li Kampa Holê, hat destpêkirin, bûn wiha gotin:"Armanca me ya esasî ya pêngavê ev bû ku em li kampê bikaribin zelalbûnekê çêbikin û xetereya heyî rakin. Di heman demê de em parastina jinan a li vê kampê erka xwe dibînin. Li vê kampê jinên fikra cîhatê qebûl nakin tên kuştin. Em wekî jin di hemû beşên pêngavê de cihê xwe digirin, ji ber ku li Kampa Holê bêtir jin hene. Em ji ewlehiya kampê berpirs in." DÎMEN HEYE
 
*Rêveberên MEBYA-DER’ê, îşkenceya ku li cenazeyan tên kirin şermezar kirin û gotin: “Kesek piştî jiyana xwe ji dest da çima vê zilmê lê dikin? Mûameleyên herî xirap li cenazeyan tên kirin. Parêzvanên mafên mirovan û oldar li ku ne? Kanî mirovahî, misilmantî û edelat? Ma edalet wisa ye?" 
 
* Sîyasetmedarên jin ên Şirnexê bertek nîşanê girtina parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel dan û destnîşan kirin ku li dijî nûnertiya jinê bêtehamulîyek mezin heye û anin zıman ku ew êrîşa li hemberî Semrayê şermezar dikin û gotin: "Semra Guzel vîna jinan û Gelê Kurd e." DÎMEN HEYE
 
*Atolyeyên Jineolojiyê yên Stenbolê ku eleqeyek mezin dît, dema nû de ji bo mêran wê atolyeyan pêk bînin. Endama Lijneya Weşanê ya Kovarê Rojda Yildiz da zanîn ku ji mêrtiya pergala heyî rizgar bûn ji Jineolojiyê derbas dibe. Endama atolyeyê Sevcan Kadîroglu jî daxuyakirin ku di rêwitiya ‘xwebûn’ de mêr divê para xwe ferq bikin. BI DÎMEN 
 
*Ji Faliyetên Xwendekaran Elîf Kuçukakgul da zanîn ku Giştînameya Tedbîrên Ewlehî û Parastinê tê wateya xespkirina mafê rêxistinbûnê û desthilatdarî hewl dide ku xwendekarên makul bigihîne û divê her kes li dijî vê têbikoşe. DÎMEN HEYE
 
*Li Sûra Amedê jinên amadekariyên zivistanê dikin diyar dikin ku ji ber aboriyê hêza girtinê ketiye û li gorî sala borî kêmtir amadekarî kirine û gotin nîvê cemedankê tije nekirine. BI DÎMEN 
 
** Rêxistina HDP'ê ya bajarê Şirnexê dê derbarê bîrîna daran dê li ber avahiya xwe daxuyaniyê bide. (11.00)