'Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê têbikoşin'

  • 16:47 7 Îlon 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ênli ber Girtîgeha Kiriklarê banga berdana girtiyên nexweş û înfaza wan hatine şewitandin, kirin û gotin:"Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê têbikoşin."
 
Xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kiribûn. Rêxistina HDP'ê ya Torbaliyê beşdarî çalakiyê bû û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bila zindan hilweşin û ji bo girtiyan azadî" di çalakiyê de hatin berzkirin. 
 
Ji Rêveberiya Rêxistina HDP'ê ya Bucayê Cahit Gunay da zanîn ku divê dev ji vê bêehlaqêyê berdin û got ger rêveberiyek gel birçî dihêle, tundîyê û tecrîdê li ser wî gelî ferz dike her wiha li girtîgehan mirovan qetil dike, wê demê ev ne mirovî ne jî ehlaqî ye. Cahit bal kişand ser Mehmet Emin Ozkan ê 84 salî û banga berdanê kir. 
 
Hanim Sever a dayika Medet Sever ê di Girtîgeha Tîpa T ya Bandirayê tê girtin got bila xwestekên 3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ketine greva birçîbûnê bên qebûlkirin û got ew ê heta dilopa dawiyê ya xwîna xwe têbikoşin. 
 
Denizli 
 
Greva birçîbûnê ya Ekin Polat ê 24 salî û li Girtîgeha Tîpa T a Denizliyê ye ket roja 38'an. Çalakiya nobedê ya dayika Ekim, Songul Îlker jî li ber Girtîgeha Tîpa T a Denizliyê di roja 30'yî de ye. 
 
Songulê xwest zexta li ser lawê wê rabe û mafê wî yê tedawiyê bê dayin.