Li Dîlokê girtina Semra Guzel hat şermezarkirin

  • 15:35 7 Îlon 2022
  • Rojane
DÎLOK - Rêxistina HDP'ê ya Dîlokê girtina Semraguzel a ku parêzbendiya wê hat betalkirin şermezar kir.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dîlokê, girtina Semra Guzel a ku parêzbendiya wê hat betalkirin şermezar kir.  Gelek kes tevli daxuyaniya ku li avahiya partiyê hat dayîn bûn. Di daxuyaniya ku pankarta, "Dest nedin wekîla min" hat vekirin de Hevseroka HDP'ê ya Dîlokê Ayten Kaya axivî û got ku dixwazin bi polîtîkayên xwe jinan bêzar bikin. Ayten wiha berdewam kir, "Ev encama tundiya ku li hemû qadan li dijî jinnan, têkoşîna jinan û demokrasiyê tê kirine."
 
Aytenê bertek nîşanî mualmeleya xirab a li dijî Semrayê da û got, "Divê zîhniyeta mêrê serdest vê bizanibe ku wê jin bêzar nebin. Semra Guzel îradeya jin û gel e."
 
Daxuyanî, "Semra wekîl rûmeta me ye" û bi çepikan bi dawî bû.