Li Mexmûrê girtina Semra Guzel hat şermezarkirin

  • 12:03 7 Îlon 2022
  • Rojane
 
MEXMÛR  -Li Mexmûrê girtina Parlemetera HDP’ê ya bajarê Amedê Semra Guzel hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin:"AKP-MHP a faşîst di van salên dawî de êrişên xwe herî zêde jî li ser jinan bi rengekî organîzekir didi meşandin. Dîsa di van salên dawî de tacîz, destdirêjî, kuştina jinan gihişt asta herî bilind ya metirsîdar. Bi vî rengî careke din eşkere bû ku di kesayeta jina Kurd de, êriş li ser hemû jinan heye û tê xwestin bi vî rengî civakek zayendparêz bê avakirin û pêşdebirin." 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku mafê wê yê destnedayînê hatibû rakirin û demildest ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve di derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, di 2’yê Îlonê de li Stenbolê hatibû binçavkirin. Semra  ku li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dihat girtin, di 3’yê Îlonê de sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin.
 
Semra ku bi saetan li Edliyeya Stenbolê hat ragirtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi rêya SEGBÎS’ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê. Semra ku îfadeya wê bi dawî bû, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Enqereyê hat kirin. Dadgehê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” di derbarê  Semrayê de biryara girtinê da.
 
Nerazîbûnên dijî girtina parlamentera HDP’ê Semra Guzel roj bi roj zêde dibin.
 
Şêniyên Wargeha Mexmûrê li Saziya Malbatên Şehîdan derbarê girtina Semra Guzel de daxuyaniyek dan. Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê endama Konrdînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Desthilatdariya AKP-MHP ya bi bloka hevpar ya mêr parlementera HDP’ê ya bi dengê Kurdê azadixwaz hati hilbijartin, bi sûcên endama rêxistinê ye ji erkê wê dûr xist û herî dawî hat girtin polîtîkayên bêdengkirin û tepisandin hemû beşên demokrasî, wekhevî û azadiya heyî didin pêkanîn.
 
AKP-MHP a faşîst di van salên dawî de êrişên xwe herî zêde jî li ser jinan bi rengekî organîzekir didi meşandin. Dîsa di van salên dawî de destdirêjî, kuştina jinan gihişt asta herî bilind ya metirsîdar. Bi vî rengî careke din eşkere bû ku di kesayeta jina Kurd de, êriş li ser hemû jinan heye û tê xwestin bi vî rengî civakek zayendparêz bê avakirin û pêşdebirin. Ne tenê jinên Kurd, gelek derdorên din ên muxalif û têkoşer jî para xwe ji van êrişkarî û kiryanên faşîzan yê AKP’ê girtin. Qeyûmên ku li Bakurê Kurdistanê hatin tayinkirin, dixwazin gel û HDP parçe bikin lewma jî serî li van rêyên qirêj didin. Bi rastiya “civaka ku jin tê de ne azad be, mehkûmê çewisandin û koletiyê ye” ketiye rê, serkeftina xwe ya bingehîn di vê de dibîne. Lewma ji bo hezkirina pergala bi desthilatdariya mêr serî de jin, zarok û ciwan hemû beşên civakê bi rêyên ku ji rastiya wan dûr ve diherikîne. Ev pêkanînên dij exlaqê mirovî ji têkçûyina wan e, binketina wan ya di şer de ye. Bi girtina parlementer Semra Guzel re xwestin serî li jina Kurd, jina berxwedêr bitewînin, lê ev nezîkatiyên wan ên qirêj di qirika wan de man.
 
Em weke jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji vir dixwazin dengê xwe bigihînin quncikên civakê û diyar bikin ku jina Kurd di kesayeta birêz Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag, Aysel Tugluk, Semra Guzel û hemû girtiyên zindanan yê ku îro li hemberî diktatoriya dewleta Tirkiye li berxwe didin û serî natewandiye û natewînin. Bi hemû hestên xwe ji Wargeha Mexmûr didin diyarkirin ku jinên berxwedêr hûn ne bi tenê ne di berxwedana tê meşandin de em mil bi milê we re ne, ti hêz, dagirker, neyarê fikra jina azad nikare, me jixwesteka me ya azadiyê gavê şûnde bide avêtin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre desthilatdariya yek zilamî’, ‘Bijî berxwedana jina kurd’ bi dawî bû.