ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN

  • 09:00 7 Îlon 2022
  • Rojev
*Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku di 25'ê Tebaxa derbasbûyî de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li Kampa Holê hatiye destpêkirin, bi desteka Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin didome. Têkildarî vê pêngavê û rewşa li Kampa Holê jinan nêrînên xwe anîn ziman. Jinan gotin:"DAIŞ dixwaze bi destên jinên li Kampa Holê, xwe bi rêxistin bike. Ev rêxistina teror ji bo hemû cîhanê xeter e, ji ber vê pêwîst e pêşî lê bigirin.'' DÎMEN HEYE
 
*Zeynep Çelîk, di qada tekstîlê de dixebitê diyar kir ku qada ku herî zêde kedxwarî tê kirine û got: "Xebata ku di nav şert û mercên wisa de bandorê li tevahiya jiyana me dike. Lê belê heke jin li ser navê xwe biryaran bidin û mafê xwe biparêzin dê bikarin ji bo zarokên xwe civakeke baş avabikin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa parêzer Gozde Engîn der barê xebatên Komeleya Jinan a Rosayê de axivî û got desthilatdarî saziyên ku têkoşîna jinan dimeşîne dike hedefa xwe û got di alî wan de ne hejmara ku xwe digihînê, bandora ku diafirînin girîng e.  DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay da zanîn ku krîza aborî ji ber polîtîkayên binpêkirin şîdet û zextê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê tê tercîhkirin û li dijî vê divê li kolanê têkoşîn bê dayîn. Serpîlê CHP jî rexne kir û got bi polîtîkayên dişopînin pêşî li gel digirin ku dernakevin kolanê. DÎMEN HEYE