Di Nobeda Edaletê de ji bo grevên birçîbûnê banga hestiyariyê hat kirin

  • 16:42 6 Îlon 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR-DENÎZLÎ - Xizmên Windayan ên di roja 108'emîn a Nobeda Edaletê de ji bo grevên birçîbûnê banga hestiyariyê kirin daxwaza bidawîkirina helwestên kêfî û zextan kirin.  
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan bi daxwaza girtiyên înfaza wan hatine şewitandin û yên nexweş bên berdan li Îzmîrê dabûn destpêkirin di roja 108'an de didome. Xizmên girtiyan bi berdilkên bi nivîsên "Ji girtiyên nexweş re azadî","Bila girtiyên nexweş bên berdan" beşdarî çalakiyê bûn. Rêxistina HDP'ê ya Karabaglarê piştgirî da çalakiyê. 
  
Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Karabaglarê Îsmaîl Başçi da zanîn ev demeke ji bo piştgiriyê diçin serdana xizmên Nobeda Edaletê digirin û got bila xwestekên girtiyan bên cih. 
 
Greva birçîbûnê ya Ekim Polat a li Girtîgeha Tîpa T a Denizliyê tê girtin di roja 37'emîn de ye. Ekima 24 salî ji bo mafê tedawiyê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Dayika Ekim, Songul Îlker li ber Girtîgeha Tîpa T a Denizliyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribû û ev 29 roj in çalakiya xwe didomîne. 
 
Songulê da zanîn ku wê îro di hevdîtina vekirî de lawê xwe dîtiye û lawê wê bi sedyeyê hatiye kelepçekirin û wiha rakirine nexweşxaneyê. Songulê wiha got:"Do dilê Ekim li hucreya ku lê dimîne esiriye. Pê li zîlê dike û radikin revîrê. Li revîrê rêya damaran vedikin û ji wir jî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Denizliyê. Li wir çi dikin nizanim. Destên wî kelepçe kirine û bi sedyeyê jî kelepçe kirine. Mirov îşkenceyê li nexweşekî di grevê de ye nake. Agahiyên derbarê lawê min de nadin min. Ji tiştên bê serê lawê min mudurê girtîgehê û Wezareta Dadê berpirs e."
 
Songulê herî dawî got lawê wê birine girtîgehê û greva birçîbûnê ya lawê wê didome.