Rêxistina HDP'ê ya Semsûrê: Semra Guzel îradeya me ye

  • 14:53 6 Îlon 2022
  • Rojane
 
SEMSÛR - Rêxistina HDP'ê di daxuyaniya ji bo Semra Guzel de got Semra Guzel îradeya me ye û banga berdana Semrayê kir.  
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Semsûrê têkilarî girtina Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel li ber avahiya HDP'ê ya Semsûrê daxuyaniya çapemeniyê da. Gelek endamên partiyan beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta "Semra Guzel parlamentera gel, îradeya jinan e" hat vekirin. 
 
Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê Bekir Gunduz da zanîn rakirina destnedayin parlamentera ya demildest encama meseleya kurd a tê înkarkirin e û got:"Di destpêkê de Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu û îktidara AKP-MHP'ê senaryoya Semra Guzel nivîsand û destnedayina wê rakirin û piştre girtin. Kesên dibêjin qey wê bi van operasyonan îradeya gelê kurd wê bê şikandin dîtin ku ev sed sal in xwe dixapînin lê belê hîn jî nesekinîn. Guzel li dijî van lîstikên qirêj serî netewand. Ev kevneşopiya xwe domand. "
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Semra Guzel îradeya me ye","Zext nikare serî bi me bide tewandin" bi dawî bû.