Nobeda Edaletê di roja 547'an de ye

  • 12:18 6 Îlon 2022
  • Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar, li ber Edliyeya Rihayê 547 roj in di Nobeda Edaletê de ne.
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 547’emîn de berdewam dike. Malbat di saetên serê sibê de ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê hate ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kir. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etiket kir û ev peyam parve kir: “Di bin tabeleya edaletê de dayikeke ku 547 roj in destên xwe bilind dike û dilorîne heye. Her kesên li ser pldankên xwe rûdinin, bi bacên me mûçe  digirin û tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne.”