Li Şirnexê girtina Semra Guzel hat protestokirin

  • 14:04 5 Îlon 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Derbarê girtiyan parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel de HDP, TJA û DBP’ê daxuyaniyek dan û gotin: "Li hemberî polîtîkayên wan ên qirêj dê çok nedeyîninç'
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) bi daxuaniyekê girtina Parlementera HDP’ê Semra Guzel şermezar kirin. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê hat dayîn. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, Hevserokên Rêxistina HDP’ê yê bajarê Şirnexê, Hevşaredara Şaredariya HDP’ê yê Silopiyê Adalet Fîdan, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên rêxistinên navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseyî pankarta “ Semra Guzel vîna me ye” vekirin.
 
 ‘Semra Guzel vîna jinên kurd e’
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka HDP’ê yê navenda Şirnexê Zeynep Sagocak ve hate xwendin. Zeynep, destnîşan kir ku desthîlatdar kengê ket tengasiyê jinên kurd hedef digire û got: “Azadiya parlamentera me ya Amedê Semra Guzel a ku ji aliyê tifaqa mêr a AKP-MHP’ê ve hat hedefgirtin, bi komployeke qirêj careke din hat desteserkirin. Ev polîtîkayên hikûmetê ku her carê bi konsepteke nû ya êrişê dixwaze krîza piralî ya ku tê jiyîn veşêre, wê îro jî weke duh nekaribe veşêre. Jin wê tu carî li ber van polîtîkayên we yên qirêj çok nedin. Em ê bidomînin ku em li ku bin jî Semra Guzel vîna me ye. Hêza mêr a ku her carê mêtingeriyê qeyd kiriye, divê baş bizane ku em jin dest ji vê bernadin. Semra Guzel vîna jinên kurd e.”
 
Parlementerê HDP’ê Şirnexê Hasan Ozguneş jî axivî û diyar kir ku hedef girtina Semra Guzel nîşaneya têkçûyîna desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Hasan, got: “Yên ku çeteyên xwe li derve dihewîne, hemû kujer û dizên ku parastina wan dike îro îradeyek ku hatiye bijartin hedef girt. Em girtina Semra Guzel qebûl nakin û şermezar dikin. Wê desthilatdar bi wan têkçûyînên xwe rojekê ji Gele Kurd re hesabê bide.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “ Semra Guzel vîna me ye” bi dawî bû.