'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 546 roj in didome

  • 13:29 5 Îlon 2022
  • Rojane
RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 546’emîn de çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" didomînin û gotin: "Ev şerma rayedarên dewletê ye, şerma hemû kesên behsa darazê dikin e. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 546’emîn de berdewam dike. Dayik kurê xwe di serê sibê ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê derketin û hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. Malbat di “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” de bi dowîza “Berdin bila edalet pêk were, zilma 546 roj e didome bila bi dawî bibe” bi “Pêşengeha Edaletê” ku ji wêneyên di Nobeta Edaletê de hatine kişandin pêk tê nobet da destpêkirin. 
 
Ferît Şenyaşar ê di çalakiya ku 546 roj e didome de axivî, anî ziman ku lêgerîna wan a edaletê didome û wiha got: “Dozger û welatiyên ku her roj dikevin edliyeyê jî dibînin ku bêedaletiyek heye. Çima ev edalet pêk nayê? Me dengê xwe li cîhanê da bihîstin. Em li bendê ne ku daraz peywira xwe bi cih bîne. Dayik ji 65 saliyê mezintir e û nexweş e. Dibêje heya kurê min (Fadil Şenyaşar) neyê ez ê li pêşiya edliyeyê ranebim. Dibêje ku “Ger ez bimrim bila ev li pêşiya edliyeyê be. Herkes vê nalînê dibîne. Ev şerma hemû rayedarên dewletê ye. Şerma hemû kesên behsa darazê dikin e. Em edaletê dixwazin, dixwazin zagonên ku hatine nivîsîn werin sepandin.” 
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Êdî destên xwe yên li ser darazê bikêşin da ku edalet pêk were! Ev zilma 546 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê, bila bi dawî bibe.”