Li kampa Holê jinên kelemçekirî hatin rizgarkirin
- 12:10 5 Îlon 2022
- Rojane
HESEKÊ - Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ'ê li beşa 5'an a kampa Holê 4 jinên kelemçekirî û li ser bedena wan şopên îşkenceyê hebûn, dîtin. Jinên ku destên wan hatibûn kelepçekirin û şopên îşkenceyê li ser bedena wan hat dîtin, hatin rizgarkirin.
Di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ'ê 4 jinên kelemçekirî peyda kirin ku li ser wan şopên îşkenceyê hene.
Ev jin li beşa 5'an a kampê di cihekî taybet ê ji bo îşkencekirinê de hatin dîtin. Nasnameyên jinan nehatin zanîn.
Di roja 9'an a qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de zarokeke êzidî bi navê Wefa Elî Ebas jî hat rizgarkirin.