Jinên ÎHD'ê: Kesên ku îşkence li Semra Guzel kirin, bila ji kar bên dûrxistin

  • 12:01 5 Îlon 2022
  • Rojane
ENQERE - Derbarê girtina parlamentera HDP'ê Semra Guzel de Komîsyona Jinan a Navendî ya ÎHD'ê daxuyaniyek da û got: "Tişta ku li hemberî Semrayê pêk hatî rêbaza îşkenceyê ye. Divê derbarê berpirsan de lêpirsîn bê vekirin û ji wezîfeyê bê dûrxistin." 
 
Komîsyona Jinan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), derbarê girtina parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel de daxuyaniyeke nivîskî da.  
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Di xala 17'emîn a Destûra Bingehîn de mafê her kesî heye ku hebûna xwe ya madî û manewî biparêze û pêş bixe. Li gorî qanûnê armanc parastina rûmeta mirovan e û her wiha hatiye diyarkirin ku tu kes nikare rastî 'îşkenceyê' bê û nikarin rûmeta mirovan bişkenîn. Sûcê îşkenceyê ku di qanûnên neteweyî û navneteweyî de wekî sûcê li dijî mirovahiyê tê dîtin û di her şert û mercî de qedexe ye; Jina ku hîn parlamenter e û bi salan e di warê mafên jinan de dixebite li ber kamerayan sûcek tê kirin û bi hêsanî ev sûc jî tên parvekirin. Fikarên me ya binpêkirina mafên jinan zêde dike.
 
Hat fêhmkirin ku ji bo normalîzekirina kiryarên îşkence û muameleya xerab hatiye kirin û efserên ku sûc kirine jî bi pêkanîna bêcezakirinê bawer in. Zext, binçavkirin û girtin, îşkence û muameleya xerab, sûcên heqaretê û parvekirina van wêneyan, fikarên me yên li hemberî jinên ku di qada mafên jinan de dixebitin û mafên jinan diparêzin, siyasetmedarên jin bi taybetî jinên kurd zêde kiriye. 
 
Em li bendê ne ku derbarê gumanbaran de sûcên ku hatine kirin de tavilê lêpirsîna sûc bê destpêkirin û gumanbar ji peywira wan bên dûrxistin. Em carek din diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li hemberî zextan bidomînin."