31 meh derbas bû: Gulîstan Doku li ku ye?

  • 09:04 5 Îlon 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîtan Doku ya li Dêrsîmê winda bû 31 mehe tu agahî jê tune ye. Dîmenên ku derketin holê û hat diyarkirin wê pêşketina lêpirsînê biguherin, ji meha hezîranê de ye li Buroya Krîmînal a Netewî ye.
 
Xwendekara Zanîngeha Munzurê ya Beşa Pêşketina Zarokan a Dibistana Bilind Gulîstan Doku li Dêrsîmê di 5’ê Çileyê 2020’an de winda bû. Ev 31 mehe agahî jê nehatiye girtin. Di ser windabûna Gulîstanê re sal meh û demsal derbas bûn. Dîmenên Gulîstanê yê cihê ku herî dawî lê hatibû dîtin pastexaneya ku Gulîstan û Zaynal Abarakov li ber nîqaş kiribûn û piştî vê li wesayîtê siwar bû, ketibûn ber kamerayên MOBESE. Di dîmenên dawî de Gulîstan ku hatibû dîtin, venegeriya Yurda KYK’ê. 
 
Malbata ku agahiya windabûna Gulîstanê girtin çû Dêrsîmê û serî li emniyetê da. Di encama serlêdanê de agahî hagah girtin ku Gulîstan di 5’ê Çile de saet di 11.29’an de ji rawestgeha ber waltiyê ya taxa Ataturk li wesayîta zanîngehê siwar bûye.
 
Gotin întîxar kiriye
 
Piştî demekê derket holê ku li ser Pira Dînarê ya li ser Bendava Uzuncayirê dîmenên Gulîstanê ketiye ber  kameraya wesayîtek din û di dîmen de hat îdiakirin ku Gulîstan li ser pirê ye û bi vê hewl dan nêrîna ku întîxar kiriye bê afirandin. Lê di lêkolînên ku li herêmê hatin kirin de cenazeyên cuda hatin dîtin û der barê Gulîstanê de tu tiştek nehat dîtin.
 
Îdiaya întîxarê ber negirt
 
Piştre nameyeke ku hat îdiakirin aydê Gulîstanê ye di çapemeniyê de hat serwîskirin û xwestin nêrîna ku întîxar kiriye xurt bikin. Malbatê ev derewand û rapora ku kesî ji pirê xwe neavêtiye hat weşandin û vê jî îdiayên întîxarê rizand.
 
Malbat û jin dibêjin ‘Gulîstan li ku ye?’
 
Ji roja Gulîstan windabûye heta niha malbat û rêxistinên jinan lêgerînên xwe didomînin û ji bo Gulîstan bê dîtin û berpirs bên darizandin têdikoşin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku gumanbar Zaynal Abarakov tê parastin.
 
Dîmenên nû
 
Herî dawî der barê Gulîstanê de di meha hezîranê de geşedanek hat jiyîn. Li riya ku Viyaduka Sari Saltuk dibîne de dîmenên Gulîstanê yên ketine ber kamereyê derketin holê. Ji ber rê dûr e dîmenên ne zelalin û 3,5 nîve,  ji bo bên başkirin şandin Buroya Krîmînal a Netewî. Hatibû diyarkirin ku ger dîmen bên başkirin wê pêşketina lêpirsînê biguhere.