Pervîn Buldan: Em tucarî serî natewînin

  • 14:11 4 Îlon 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bal kişand ser heldana îqtîdarê ya serîtewandinê ya li dijî  Semra, got ku bila ev ji wan re bibe ders û berdewam kir, "Semra Guzel serî netewand. Ji ber ku Semra Guzel hevrêyê Mehmet Sîncar e."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Pervîn Buldan li ser gora Parlmenterê Partiya Demokrasiyê (DBK) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku di 1993'yan de hat qetilkirin, bal kişand ser hedefnîşandana Semra guzel û derbarê muameleya xirab a li hemberî Semrayê de axivî.
 
Pervîn Bûldan got, "Em bi kujerên Mehmet Sîncar zanin. Em zanin bê kê fermana kuştina Mehmet Sîncar da û kê ew qetil kir. Lê belê tevî ku di ser re 29 sal derbas bûne hîn jî di doza Mehmet Sîncar de kesek nehatiye girtin. Ev yek sîstema hiqûqê û edaleta li Tirkiyeyê careke din radixe pêş çavan."
 
Pervîn Bûldan anî ziman ku di navbera Tirkiyeya beriya 29 salan û ya îro de tiştek nehatiye guhertin û got, "Tirkiye di salên 1990'î de çawa bû, di salên 2020'î de jî bi heman rengî ye. Qet pêşketin nîne, ne ji aliyê însanî ne jî ji aliyê wijdanî, hiqûqî û siyasî ve pêşketinek li Tirkiyeyê nîne. Di salên 90'î de Kurd li naverastê dihatin kuştin, yan jî li girtîgehan bi êşkenceyê dihatin qetilkirin, çixare li ser bedena wan dihate vemirandin û dihatin kuştin. Îro jî hestiyên Kurdan di kîsikan de radestî bavê wan tê kirin. Hestiyên Kurdan bi kîsikan bi kargoyê ji dayikên wan re dişînin. Ya ku li Kurdan rewa tê dîtin zilm e û hîn jî dewam dike."
 
Pêkanînên li dij Semra Guzel 
 
Pervîn Bûldan wiha dewam kir, "Ji wan hete ku eger vê bikin wê Kurd serî bitewînin, çokê deynin. Me gelek kuştin dît, gelek caran îşkence li me hate kirin, em hatin  etilkirin, lê belê me tu carî serî netewand, em ê ji niha û pê ve jî netewînin. Pêkanîna ku doh li hemberî Parlamentera me Semra Guzel hate kirin û ya di salên 1990'î de li Mehmet Sîncar û hevalên wî hate kirin weke hev in."
 
Semra serî netewand
 
Pervîn Bûldan bal kişand ser zexta ji bo serîtewandina Semra Guzel û got, "Semra Guzel serê xwe netewand. Ji ber ku Semra Guzel hevrêya Mehmet Sîncar e, hevrêya bi hezaran hevalên me ye ku mîna Mehmet Sîncar hatin qetilkirin. Em careke din soz didin gelê xwe, gelê Kurd, Mehmet Sîncar û hevalên wî; bila dilê we rehet be. Em dersê ji we werdigirin û bi vî rengî hatine vê astê. Bi saya we em siyaseta demokratîk dimeşînin. Lewma em ê ty carî serî netewînin."