Nobeda Edaletê di roja 545'an de ye

  • 13:27 4 Îlon 2022
  • Rojane
 
 
RIHA - Malbata şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, li ser hesaba xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Dayik dê ji çavên xwe û çokên xwe emeliyat bibe. Heta ku edalet neyê, qebûl nake ku tedawî bibe. Em tenê edaletê dixwazin.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 545’an de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê domand. 
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bang li Wezareta Dadê, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Walitiya Rihayê kir û ev peyam parve kir: “Havîneke din jî xelas, em naxwazin zivistanê li ber deriyê edliyeyê derbas bikin. Daxwaza me bi temamî qanûnî ye. Dayik dê ji çavên xwe û çokên xwe emeliyat bibe. Heta ku edalet neyê, qebûl nake ku tedawî bibe. Em tenê edaletê dixwazin.”