Ayşe Surucu: Wêneyên wan bi kujerên jinan re derketın şerm nakin Semra dikin hedef

  • 09:32 4 Îlon 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu têkildarê şêweyê girtina Semra Guzel bertek nişan da û got: “Kesên wêneyên wan bi kujerên jinan re derketine şerm nakin Semra Guzel hedef didin nîşandan.”
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel a ku wekî hedef hat nîşandan, destnedayina wê hat rakirin û demildest derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin, Berî bi du rojan jî li Stenbolê hat binçavkirin. Binçavkirina Semrayê di destpêkê de ji aliyê Wezîrê Karên Hundur Suleyman Soylu û Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê ve ji ser hesabê medyaya dîjîtal hat ragihandin. Li gorî dîmenên derketine holê di dema binçavkirinê de polîsan li Semrayê tundî kirine û xwestine ku serê wê bitewînin. 
 
Parlmentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu têkildarê nêzîkatiya nîjadperest ya li dijî Semar hatiye kriin bertekên xwe bi ajansa me re parvekir. 
 
Ayşe bal kişand ser binçavkirina Semra  Semra Guzel û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Pergala heyî pergaleke ku dijminatiya jinan û dijminatiya kurdan dike ye. Parlementera me ya Amedê Semra Guzel bi êrişek qirêj hat binçavkirin û girtin. Di dema binçavkirinê de polîsan xwest porê wê kaş bikin, serê wê bitewînin. Bi vê re dixwazin peyamek vekirî bidin kurdan û bi taybetî jî jinên kurd. Dixwazin bêjin em ê bi wî rengî serê kurdan û jinên kurd bidin tewandin. Tu dibêjî bê ka Semra Guzel mirov qetil kirine yan jî sucek girant kiriye.” 
 
‘Semra hedef dan nîşakirin’
 
Ayşe bal kişand ser wêneyê di destpêka binçavkirinê yê Semrayê ku hatiye parvekirin ku di wêne de Semra hedef hatiye nîşandan û got: “Bi salane şerek heye li vî welatî û her çiqasî dewleta Tirkiyê vê înkar bike jî pêvajoyek ya aşitiyê hate jiyîn. Semra weke bijîşk di dema pêvajoyê de çûye serdana xizmek xwe û li wir wêne kişandiye. Kişandina wan wêneyan weke suc didin nişandan. Em dikarin bêjin rewşa Semra Guzel rastiya gelê Kurd e. Yên li wan çiyan ji vî welatî ne. Çawa ku ev wêneyane servîs kirin şûnde demlidest destnedana Semra rakirin û beriya rojekê jî wê binçav kirin.”
 
‘Wê gelê Kurd berteka xwe nîşa bikin’
 
Ayşe bal kişand ser parvekirinên di medaya alîgir de hatine kirin û got: “Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê di parvekirinên hatine kirin de dibêje me Semra li ser suc girt û me wê dema derbasî dervey sînor dibû girt. Ev îdayane ne ras tin. Semra ne li ser sînor hate girtin. Li Stenbolê li cihekî runiştiye hatiye girtin. Medyaya alîgir û îqtîdara desthilatdar têkildarê Semra de parvekirin û gotinên bi wî rengî kirin ku bê  ka çi kiriye. Semra Guzel hîna parlementere û vîna gelê Amedê ye. Vîna jinan e û vîna me hemûyan e. Nunertiya me dike. Em şêweyê girtina Semra Guzel şermezar dikin. Em ê gelê Kurd berteka xwe ya li hemberî vê pêkanîna li dijî Semrayê nîşan bidin û dibêjin ku em li gel wê ne.”
 
‘Em ê pendên wan vale derxin’
 
Ayşe bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em baş dizanin dixwazin bi vê bûyerê re çi peyamê bidin me. Bi salane ev gel li hemberî pergala faşist têkoşînê dide. Ne kurdan û ne jî jinên kurd li hemberî vê pergalê serê xwe netewandine û wê netewînin. Semra jî serê xwe netewand. Ne duh ne îro ne jî sibe kes ji me serî natewîne. Semra Guzel ne bi tenê ye. Heta dawiyê em li gel rêhevala xwe ne. Divê îqtitîdar jî dev ji van polîtîkayên xwe yên dijminantiya jinan  berde. Li cihê dijminatiyek wisa bike bila kujerên jinan û kesên hişbirê di nava civakê de belav dikin bigire. Lewra wêneyên wan jî bi kujerên jinan re derdikevin lê belê ji vê şerm nakin hîna Semra Guzel sucdar dikin.”