Parêzer Leyla Kaya: Îktîdar li dijî qanûnên xwe tevdigere

  • 09:02 4 Îlon 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Parêzer Leyla Kaya, zêdebûna êriş û komkujiya ku li dijî jinê bi polîtîkayên bêcezabûnê re girt dest û got: “Îktîdar dixwaze hem hegomaniya xwe û hem jî îktîdara xwe biparêze. Ji ber vê yekê îqtîdar îro li dijî qanûnên xwe tevdigere.”
 
Li Tirkiyeyê êriş û komkujiya li hember jinê her ku diçe zêde dibe û gihîştiye asta jor. Bi taybetî kesên ûnîformayî ku dibin sedema kuştina jinan ji aliyê îqtîdar û dadgehan ve tên parastin. Ji Baroya Mêrdînê parêzer Leyla Kaya, têkildarî êrişên li ser jinê û polîtîqayên bêcezabûnê axivî.   
 
Leyla, anî ziman ku di demên dawiyê de êriş û komkujiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe û pêşî nayê girtin û wiha got: “Bi tenê li Şirnexê di nava du rojan de 5 jin hatin qetilkirin. Ji van jinan Fîrdevs Babat bi îşkencê ji aliyê xizmekî xwe ve hat qetilkirin, Leyla Karaaslan jî şev nîvê şevê ji aliyê hevjînê xwe ve hatin qetilkirin. Sedema van hemûyan jî bi êrişên dewlet û îktîdar li herêmê li dijî beden û vîna jinê hedef girtine. Ligel vê yekê piştî ku ji Peymana Stenbolê paşve vekişiyan li Tirkiyê qanûna polîtîqayên bêcezabûnê ku tê pêkanîn zêdetir hêzê dide kiryaran. Ev yek jî pêşiya komkujiyê vedike. Me mînaka vê tiştê ji xwe di dosyeya Îpek Er de jî dît. Îpek Er piştî ku jiyana xwe ji dest da û nameyek li pişt xwe hîştibû de diyar kiribû ku Mûsa Orhan tecawizê wê kiriye. Ev kes bawerî ji ûnîformayên xwe û dewletê tînin. Her wiha dîsa doza Pinar Gultekîn de cezayeke kêm hat dayîn. Her wiha di gelek dozên êriş û komkujiya jinê de ‘daxistina cezayê ya ji bo hewldana baş' tên dayîn. Nêzîkatiya heyeta dadgehê zêdetir hêzê dide kiryaran. Ev jî dibe sedema zêdebûna êrişên li ser jinê.”
 
‘Îqtîdar îro li dijî qanûnên xwe tevdigere’
 
Leyla, bi lêv kir ku armanca îktîdarê ew e ku civakê ji ehlaq û nêzîkatiya polîtîk dûr xistine û wiha domand: “Niha bi taybetî dema mirov li Kurdistanê dinêre berê ciwanan dane tiryak û fûhûşê. Dixwazin civakê apolîtîk bikin û ehlaqa civakê hilweşînin. Bi vê awayî dixwaze hem hegomaniya xwe û hem jî îktîdara xwe biparêze. Îktîdar îro li dijî qanûnên xwe tevdigere. Ji ber vê yekê kesên ûnîformayî diparêze. Ji xwe di darizandina Tirkiyê de dema mirov lê dinêre ev kes cûda tên darizandin. Gelek caran bêceza tên hîştin. Sûcên herî giran ên li dijî jinê de jî dîsa bêgirtî tên darizandin û di nava civakê de bi rehetî dikare bigere. Her wiha kesên sîvîl ku ev êriş û komkujiyan dikin cezayên wek nîşane didin û cezayê pêwîst nadin. Elbet heyetên dadgehan jî ji vê rewşê berpirsyarin. Ji ber ku ew jî cezayê pêwîst nadin bersûcan. Dema ku em lê dinêrin em dibêjin daraza erk û daraza îktîdarê. Belê dema mirov metna qanûnê dinêre divê dadgeh bêalî bin derbas dibe. Lê belê di pratîkê de ku wateya vê nîne. Dozên ku em dişînin û bûyerên ku em di çapemeniyê de dişopînin de em dinêrin ku dadgeh kesên mexdûr sûcdar dike û ev tişt jî nêzîkatiya dadgehê nîşan dide. Di dosyeya Osman Çûr de heyeta ji mexdûr re got ‘çima te qîr nekiriye'. Di qanûnê de ev pirs ji xwe qedexeye.”
 
‘Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê êriş zêde bûn’
 
Leyla, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê: “Peymana Stenbolê cara yekem biryar ku da Tirkiyê bê mehkûmkirin. Tirkiyeyê ji ber ku parastina jinê nekir, welatên Ewropayê biryara avakirina peymaneke navneteweyî da. Peymana Stenbolê jî bi vê awayî hat amadekirin û Tirkiyê jî  îmze avêt vê peymanê. Îmzeya yekem jî ji hêla Tirkiyeyê ve hat avêtin. Lê şevekî bi biryara mêrekî ve ev peyman hat betalkirin û ev tişt lidij qanûnê ye. Ji xwe ev tişt li dijî ji mevzûatên navneteweyî ye jî. Piştî betalkirina peymanê li Tirkiyeyê bûyerên êriş û komkujiya jinan zêdebûn. Ji ber polîtîkayên bêcezabûnê hejmara kuştina jinan zêde dibe. Ji ber hedefgirtina îktîdarê û betalkirina Peymana Stenbolê hemû bi hevdû re girêdayî ye. Wekî zincîrek bi hevdû re girêdayî ne. Ji ber vê yekê em nikarin van tiştan cûda bigirin dest. Dema ku dadgeh sûcdaran berdide û mêrên derve jî baweriya xwe vê tiştê tînin û dibêjin ‘em jî bikin tiştek nayê serê me'. Piştî betalbûna Peymana Stenbolê hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê êriş û komkujiya li ser jinê zêde bûn. Di temenê van hemûyan de li dijî beden û esasa jinê êrişên dewlet û îktîdarê ye. Dema ev peyman hebû jî îktîdarê peywira xwe bi cih nedianî. Piştî peymanê jî ji xwe qanûnên xwe pêk neanî. Ev êriş her tim bi vê awayî berdewam kir. Di doza N.Ç. de çawa hemû kiryar bêceza man. Ev hemû jî ji ber polîtîqayên bêcezabûnê.”
 
‘Dadgeh divê dev ji parastinan kiryaran berde’
 
Leyla, diyar kir ku ku ji  vê şûnde di pêvajoya hiqûqî de divê dadgeh dev ji parastina kiryaran û sûcdarkirina mexdûran berde û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dadgeh divê gotina jinê esas bigire û darizandinên xwe bi vê awayî bike. Divê bi hinceta 'rewşa baş û tehrîqê' cezayê ku bê dayîn kêm neke. Cezayê herî giran bê dayîn. Dema ev tişt bû dê pêşiya van êrişan jî bêgirtin.”