ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN

  • 09:00 4 Îlon 2022
  • Rojev
 
*Ji Rêveberiya Meclîsa Çandiniyê ya Navçeya Şêranê ya girêdayî Kantona Kobanê, Lûtfiyê Mehmod di derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê wiha got: "Rêxistinên Mafên Mirovan sûcên dewleta tirk paşguh dikin lê belê em tu carî li ber kiryar û pîlanên qirêj ên vê dewletê teslîmkariyê qebûl nakin." DÎMEN HEYE
 
* Parêzer Leyla Kaya, zêdebûna êriş û komkujiya ku li dijî jinê bi polîtîkayên bêcezabûnê re girt dest û got: “Îktîdar dixwaze hem hegomaniya xwe û hem jî îktîdara xwe biparêze. Ji ber vê yekê îqtîdar îro li dijî qanûnên xwe tevdigere.” BI DÎMEN 
 
*Heybet Tuncay 30 sal in kare dirûtinê dike ji bo jinan dikana xwe veguherandiye qada îstîhdamê. Heybeta ku ji qeyrana aborî bi bandor bûye hewl dide ku li ser piyan bimîne got: "Qeyrana aborî ne di rojeva desthilatdariyê de ye." BI DÎMEN 
 
*Endama OHD’ê parêzer Ayşe Acinikli bersiva Tirkyeyê ya ku  ji bo Abdullah Ocalan da Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa, nirxand û da zanîn ku ev taktîka mijûlkirinê ye û mafê hêviyê gerdunî ye û tu kes ji mafê hêviyê bêpar nayê hiştin.
 
*Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu têkildarê şêweyê girtina Semra Guzel bertek nişan da û got: “Kesên wêneyên wan bi kujerên jinan re derketine şerm nakin Semra Guzel hedef didin nîşandan.” DÎMEN HEYE