Kongra Star rêbazê radestkirina cenazeyê Hakan Arslan şermezar kir

  • 16:41 3 Îlon 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a Kantona Kobanê, rêbazê radestkirina cenazeyê Hakan Arslan bi daxuyaniyê şermezar kir û diyar kir ku ev kiryarên ku tên kirin nayên qebûlkirin.
 
Bertek û nerazîbûnên li hemberî radestkirina cenazeyê Hakan Arslan ê bi nasnav (Welat Çiya) didome. Kongra Star a Kantona Kobanê li Qada Jina Azad a bajêr daxuyaniyek da. Beşdaran wêneyên Hakan Arslan rakirin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Dewleta Tirk nikare vîna me tune bike, ji ber ku şopdarên rêya şehîdan û rêya rêber Abdullah Ocalan e. Heta ku kesek ji me bimîne jî em ê li dijî zordariya faşîzma Tirk li ser gelê me pêk tîne, bisekinin. Îro hestiyên ewladên me di tûrekî biçûk de radestî me dikin ku me tune bikin, lê nizane ku em gelekî berxwedêr in. Ew ê gelê xwe li hember kiryarên dewleta Tirk hişyar bikin û li dijî planên dewleta Tirk bisekinin.
 
Em bang li Gelê Kurd dikin ku li dijî kiryarên dewleta Tirk li hember ewladên wan ên di girtîgehan de pêk tîne, serî hildin."