Tundî û muameleya ne baş li Semra Guzel hat kirin

  • 15:18 3 Îlon 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Hat diyarkirin ku Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, dema sewqî edliyeyê hatiye kirin bi tundî û muameleya ne baş a polîsan rû bi rû maye. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel a di adarê de destnedayina wê hat rakirin do li Stenbolê hat binçavkirin. Semraya ku birin Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê îro derket Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê. 
 
Muameleya ne baş lê hat kirin
 
Semraya ku ji bo îfadeya dozgeriya sewqî edliyeyê hat kirin di dema kontrola tendirustiyê de bi tundî û muamaleya ne baş a polîsan rû bi rû maye. Di dîmenên li ser medyaya hawiz hat parvekirin de hat dîtin ku destên Semrayê berovajî hatiye kelepçekirin. 
 
Porê wê hat kişandin
 
Her wiha di dîmenan de hat xuyakirin ku du polîs porê Semrayê dikşînin û serê wê xwar dikin û bi vî hawî dibin nexweşxaneyê. 
 
Dema Semra ji nexweşxaneyê hat derxistin jî bi heman tundî û muameleyê rû bi rû ma.