Semra Guzel sewqî edliyê kirin

  • 11:49 3 Îlon 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Semra Guzel a ku destnedayina wê hat rakirin û niha li Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê tê girtin, sewqî edliyê hat kirin. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel a ku wekî hedef hat nîşandan, destnedayina wê hat rakirin û demildest derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin, do li Stenbolê hat binçavkirin. Binçavkirina Semrayê di destpêkê de ji aliyê Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu û Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê ji ser hesabê medyaya dîjîtal hat ragihandin. 
 
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ên do ji bo bi Semra re hevdîtinê bikin çûn Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê li ber deriyê emniyetê bi saetan hatin sekinandin. Piştî îtirazan parêzeran bi Semra Guzel re hevdîtin kirin. 
 
Semrayê ji parêzerên xwe re diyar kir nûçeyên bê esil ên derbarê wê de ne rast in û got ew bi nasnameya sixte nehatiye girtin. Semrayê diyar kir ku dema ew derdiket derveyî Stenbolê hatiye binçavkirin. 
 
Her wiha ji bo îfade girtinê Semra sewqî edliya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin. Her wiha Semra dê îfade bide Serdozgeriya Komarê ya Enqerê.