Semra Guzel bi parêzerên xwe re hevdîtin kir

  • 10:25 3 Îlon 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Semra Guzel a ku destnedayina wê hat rakirin û niha li Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê tê girtin, bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Semrayê da zanîn ku rastiya tiştên medyaya hawiz û Wezîrê Karê Hundur dibêje, ne rast in. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel a ku wekî hedef hat nîşandan, destnedayina wê hat rakirin û demildest derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin, do li Stenbolê hat binçavkirin. Binçavkirina Semrayê di destpêkê de ji aliyê Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu û Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê ji ser hesabê medyaya dîjîtal hat ragihandin. 
 
Bi parêzerên xwe re hevdîtin kir
 
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ên do ji bo bi Semra re hevdîtinê bikin çûn Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê li ber deriyê emniyetê bi saetan hatin sekinandin. Piştî îtirazan parêzeran bi Semra Guzel re hevdîtin kirin. 
 
Bi nasnameya sixte nehat girtin
 
Semrayê ji parêzerên xwe re diyar kir nûçeyên bê esil ên derbarê wê de ne rast in û got ew bi nasnameya sixte nehatiye girtin. Semrayê diyar kir ku dema ew derdiket derveyî Stenbolê hatiye binçavkirin. 
 
Wê derxin edliyeyê
 
Parêzeran diyar kirin ku dibe Semrayê derkeve Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.  
 
Dibe hedef
 
Ji aliyekî ji do heta îro agahiya binçavkirina Semrayê li ser gelek dezgehên çapemeniyê û qenalên televizyonê wekî nûçeya lezgîn hat serwîskirin. Di dîmenan de tê xuyakirin dema polîsa Semrayê tînin emniyetê hustê wê dijdînin û tadê lê dikên.