Ciwanan êrişên li ser Rojava û Zapê şermezar kirin
- 09:07 3 Îlon 2022
- Rojane
WAN - Li Taxa Xaçortê ciwan hatin gel hevdu û êrişên Tirkiyeyê yên li ser Zapê şermezar kirin. Her wiha ciwanan bal kişandin ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava.
Li Taxa Xaçortê ciwan hatin gel hevdu û êrişên Tirkiyeyê yên li ser Zapê û Rojava şermezar kirin. Ciwanên pankarta bi nivîsa "Bijî berxwedana Zapê" vekirin fîşekên hewayî teqandin û bi agirê vêxistin jî bal kişandin ser êrişan.
Polîs dema hatin kuçeyê di navbera polîs û ciwanan de nîqaşê rû da. Gelek TOMA û wesayitên zirxî sewqî taxê hat kirin û nîqaşa di navbera ciwan û polîsan de demeke dirêj dewam kir.