Partiyên soz dan malbatên girtiyan 8 meh in bêdeng in

  • 09:03 3 Îlon 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Malbatên girtiyan bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin çûn Enqereyê û bi partiyên siyasî re hevdîgin kirin, ji partiyên siyasî soza ku wê bikevin hewldanan girtin. Lê partiyên soz dan ev 8 meh in bêdeng in.
 
Malbatên girtiyan bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê  dest bi nobeta Edeletê kiribûn û nobeta wan didome. Malbatan di çarçoveya nobeta dan destpêkirin de di 4’ê çilede çûn Enqereyê û gelek hevdîtin kirin. Malbat tevli civina koma HDP’ê ya meclîsê bûn, daxwazên xwe anîn ziman. Piştre jî çûn serdana Partiya KED’ê, CHP, DEVA, Partiya Saadet (SP), ÎHD, TTB, TÎVH’ê.
 
Dayikên Aştiyê û malbatên ji koma meclîsê ya HDP’ê derketin û xwestin bimeşin Wezareta Dadê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Malbatên di meşa xwe de israr kirin ji aliyê polîsan ve şîdet dîtin û bi zor hatin girtin û ber meclîsê şandin. Malbatên ji partiyên siyasî nêrîn girtin balkişandin ser rewşa 38 girtiyên rewşa wan giran. Li ser navê malbatan dosyayek ji 11 rupelî pêk dihat, agahiyên 38 girtiyên rewşa wan giran têde cih digirt. Di dosyayê de balkişandin ser pêvajoya pandemiyê û hinek rêgezên ji aliyê CPT ve hatine weşandin, banga Komîseriya Bilind a Mafê Mirovana NY’ê ya 25’ê adara 2020 û banga Komîseriya Mafê Mirovan a Konseya Ewropa ya 6’ê nîsana 2020’an hat bibîrxistin.
 
Bi partiyên siyasî re hevdîtin
 
Malbatan di rapora amadekirin de wiha gotin: Ji bo rewşa girtiyên nexweş bê lêkolînkirin û komên di bin rîska cidî de ne ben berdan, tedbîrên pêwist bên girtin, Îmrali jî têde hemû girtîgeh li gorî standardan bên dîzyankirin divê demildest heyetek dest bi lêkolînê bikin.”
 
Malbat di 5’ê çile de çûn serdana partiya DEVA, Gelecek, CHP û Saadetê û dosya xwe ji wan re pêşkêş kirin û daxwazkirin ku der barê mijarê de pêngavên pêwist bên avêtin.
 
DEVA got wê daxuyaniyê bidin
 
Parlamenteroyê DEVA yê Stenbolê Mustafa Yeneroglu ku bi malbatan re hevdîtin kiribû wiha gotibû: “Em ê li meclîsê daxuyaniya çapemeniyê bidin demek nêz de behsa mijarê bikin. Lêgerînên tazî, îşkenceyên b hincetan tên kirin rojeva welatê me ye. Bi rastî drama mirovahiyê ya mezin Aysel Tugluk e. Yên îro li dijî neheqiyê  bêdengin wê sibê pê re bên rû hev.”
 
Gelecek: Em ê pêngavên pêwist bavêjin
 
Ji partiya Gelecek Seroka Mafê Mirovan Prof. Dr. Serap Yazci jî di hevdîtinê de da zanîn ku wê dosyayê lêkolîn bikin û pêngavên pêwist bavêjin.
 
CHP: Gelek name tên em dixebitin
 
Cigira Serokatiya giştî ya ji Mafê Mirovan Berpirs ya CHP’ê Gulîzar Bîçer Karaca jî di hevdîtina bi malbatan re destnîşan kir ku ji girtîgehan ji sedî zêdetir name hatine û di vê mijarê de xebat û hewldanên wan hene û her wiha got wê dosyayê bi serokên giştî re jî parve bikin.
 
Lê tevî ku di hevdîtinan de 8 meh derbas bûye tu hewldan an jî daxuyaniyek nehat dayîn. Her wiha der barê mijarê de em li DEVA, CHP û partiya Gelecek geryan lê gotin ne musaîdin.