ROJEVA 03'YÊ ÎLONA 2022'YAN

  • 09:01 3 Îlon 2022
  • Rojev
 
*Ekolojîst Derya Akyol, anî ziman ku Şîrketa Etî Bakir a ku hilberîna gubreyê fosfatê dike, xebatên xwe yên Tesîsên Entegreya Gubre û Paşve Qezençkirina Metalên Etî Bakir didomîne û ev yek jî bandoreke neyînî li jiyana gundiyan dike û got: "Herêm bi hinceta ewlehiyê hatiye qedexekirin û gelek qereqol hatine çêkirin, ji ber vê jî destûr nayê dayîn ku lêkolînêke berfireh li vir bên kirin." BI DÎMEN 
 
*Malbatên girtiyan bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin çûn Enqereyê û bi partiyên siyasî re hevdîgin kirin, ji partiyên siyasî soza ku wê bikevin hewldanan girtin. Lê partiyên soz dan ev 8 meh in bêdeng in. 
 
*Psîkologa Klînîk Prof Dr. Gulten Sonmez Seber da zanîn ku piştî Peymana Stenbolê, niha jî Peymana Lanzarote ya ku zarokan diparêze ji aliyê deshtilatdariyê ve hedef tê girtin û got hewl tê dayîn îstîsmara zayendî ji sûc bê derxistin. 
 
*Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bersiva Tirkyeyê ya ku ya ji bo Abdullah Ocalan da Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa, nirxand û da zanîn ku di hiqûqê de rewşeke wek "maufiyet" ne mijara gotinê ye û Tirkiyeyê bi aşkera gotiye "Hiqûq heye lê ez pêk naynim, destura bingehîn heye lê ez guhdar nakim.
 
*Malbatên Wendayan bi dirûşma "Bila wenda werin dîtîn û faîl werin cezakirin" di hefteya xwe ya 708'emîn de li Parqa Koşûyoluyê wê daxuyaniyê bide. (11.00)