Parlamentera HDP'ê Semra Guzel hat binçavkirin

  • 21:16 2 Îlon 2022
  • Rojane
ENQERE-Parlamentera HDP'ê Semra Guzel a ku destnedayina wê rabûbû û derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, hat binçavkirin. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel a ku destnedayina wê rabûbû û derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, li Stenbolê hat binçavkirin. Hat hînbûn Semra birine Muduriyeta Emniyetê ya Stenbolê.