Engîn Korcûm li girtîgehê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 16:33 2 Îlon 2022
  • Rojane
 
DÊRSIM - Hate îdiakirin ku Engîn Korcûm ê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê dihat ragirtin, xwe kuştî ye. Walîtiya Dêrsimê destûr neda ku cenaze bikeve Dêrsimê. 
 
Hate îdiakirin ku Engîn Korcûm ê 35 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê dihat ragirtin xwe kuştî ye. Ferdên malbatê ku têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya (MA) re axivî, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê di 30’ê tebaxê de li wan geriyaye û îdiakiriye ku Korcûm di şeva 29’ê Tebaxê de întîhar kiriye. Malbatê ragihand ku çawa agahî girtin ji bo cenaze bigirin çûne Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn a Xarpêtê û bi kaxiza destûrê ya ji dozgeriyê girtin  karbûne Korcûm bibînin. Malbatê bilêv kir ku herî dawî di 29’ê tebaxê de bi lawê xwe re axivîne, rewşa wî gelek baş bûye û ji wan 3 pirtûk JÎ xwestine.  
 
Cenazeyê Engîn, li gundê Ataçinar ê navçeya Mêzgêra Dêrsimê hate veşartin. Hate hînbûn ku Walitiya Dêrsimê li malbatê geriya ye û nexwestiye ku cenaze bibin Dêrsimê. Hate ragihandin ku ji ber wê bibe “propaganda” Walîtiyê xwestiye bêyî cenaze bînin navenda bajêr rasterast bibin Mêzgêrê. Hate diyarkirin ku gef li muxtarê gund jî hatiye xwarin ku tev li cenaze bibe wê derbarê wî de lêpirsîn bê destpêkirin. 
 
Hate diyarkirin ku Engîn di sala 2005’an de ji PKK’ê reviyaye û ji doza jê dihate darizandin de cezayê girtîgehê yê muebbeta girankirî lê hatiye birîn.