Ji bo Nobeda Edaletê serdana piştgiriyê: Em ê li gel hev bin
- 15:40 2 Îlon 2022
- Rojane
RIHA - Heyeta ku ji Êlihê hat çû serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku di Nobeda Edaletê de ne. Hyetê diyar kir ku ew bi malbatê re di nava piştevaniyê de ne û bal kişand ser têkoşînê.
Heyeta ji Êlihê ku di nav de rêveberên DBP, HDP, ARÎ-DER, MEBYA-DER û Dayikên Aştiyê hebûn serdana Malbata Şenyaşar kirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît malbatê li cihê çalakiya xwe heyet pêşwazî kirin û bahsa çalakiya xwe ji heyetê re kirin. Heyet li nav “Pêşengeha Edaletê” ya malbatê ku duh vekiribû, geriya û li wêneyan temaşe kir.
Li ser navê heyetê rêveberê MEBYA-DER’ê Ekrem Degîrmencî axivî û destnîşan kir ku wê têkoşîna malbatê teqez bigihîje serkeftinê.
Piştre jî Dayika Aştiyê Sultan Azboy axivî û pirsa, “Edalet li ku ye?” kir. Dayika Aştiyê Horî Acar jî destnîşan kir ku ew ê her tim piştevaniya malbatê bikin.
Heyeta ku kêliyek li gel malbatê nobed girt. Di vê kêliyê de Emîne Şenyaşar tiştên hatine serê wê vegot û lorand û xemgînî xwe da nîşandan. Heyet piştî nobed girt, ji cihê çalakiyê veqetiya.