MKGP'ê derbarê rojnamevanên ku hatin tehdîtkirin de daxuyanî da

  • 14:34 2 Îlon 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda nûçeyan MKGP'ê, derbarê rojnamegerên ku duh dema li Wanê Mîtînga 1'ê Îlonê dişopandin ji aliyê polîsan ve lêdan xwarin û hatin tehdîtkirin de daxuyanî da. MKGP'ê di daxuyaniya xwe de xwest ku derbarê wan polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin.
 
Di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de duh li Wanê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mîtîng hat lidarxistin.  Piştî mîtîngê girseyê dest bi meşê kir. Rojnamevanan jî xwestin ku meşê bişopîn. Ji rojnamevanên ku meş dişopandin nûçegîhana ajansa me Zelal Tunç  û Elfazî Toral û nûçegîhana Ajansa Nûçeyan Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Kutlu ji aliyê polîsan ve hatin tehdîtkirin û lêdan xwarin.  Platforma Jinan a Mezopotamyayê (MGKP) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî tehdîtkirina rojnamevanan û lêdana wan a ji aliyê polîsan ve da.
 
'Divê lêpirsîn bê destpêkirin'
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser zextên polîsan, tundiya li ser rojnamevanan û wiha hat gotin, "Li Wanê di 1'ê Îlonê de dema ku nûçe dişopandin de nûçegîhanên JINNEWS'ê  Zelal Tunç û Elfazî Toral û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Kutlu ji aliyê polîsan ve hatin tehdîtkirin çek li wan hat kişandin û bi kuştinê polîsan gef li wan xwarin. Divê ji vê tundî û şîdeta li ser rojnamegeran vegerin û derbarê polîsên ku êrîşî rojnamevanan kirin de lêpirsîn bê vekirin."