Polîsan bi kuştinê gef li rojnamegeran xwarin

  • 13:19 2 Îlon 2022
  • Rojane
 
WAN - Polîsan li Wanê di dema şopandina nûçeyan de çek li rojnamegeran kişandin û gefa mirinê li wan dan xwarin. 
 
Do HDP'ê li Wanê mîtinga 1'ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dar xist. Polîsan êrişê girseyê kir rojnameger Mesut Bagci li erdê rast kirin û lê dan. Her wiha kameraya wî şikandin. 
 
Polîsekî sîvîl ê xwe wekî ji Şaxa TEM'ê da naskirin gefa mirinê li Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Bêrîvan Kutlu û li nûçegîhana JINNEWS'ê Zelal Tunç dan xwarin. Polîsan ji rojnamgeran re gotin "Ez ê te bikujim kes te nabîne". Heman polîsî çek li nûçegîhana JINNEWS'ê Elfazi Toral kişand. Polîs ji kêşana rojnamegeran re bûn asteng û kamerayên wan şikandin. 
 
Wê rojnameger ji ser Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê giliyê xwe bikin.